Mirin rastîyek eBeşa duyemXwe avête herdêbi herdu destan erd dikota û digirîya, bi carê ve, xwe ber…
انتشار: 2026/07/28 20:21 UTCدریافت: 2026/08/02 16:32 UTCآخرین مشاهده: 2026/08/02 16:32 UTC
Mirin rastîyek eBeşa duyemXwe avête herdêbi herdu destan erd dikota û digirîya, bi carê ve, xwe ber bi min ve dirêj kir, te çima şeva çû, bersiva tilifona min neda, ez hinekê tirsîyam û hinek jî dilê min pê şewitî, min gote wî, ez zû radizim, dibe ku bi tilifona te nehesîbim, bibore ez ê wekî din, zûve bersiva birayê xwe bidim.Rast digot, dawîya şevê bû, min nexwest ku gotûbêja min û wî bibe sebeba çempalbûna malê.Erê pirr dirêj nekim.Rûyê Hebîb ji ber girînê û gazinê reş bibû, rabû cigarek vêxist û got; min biryar daye xwe bikujim.Lê li vê rêwitîya rûhî divê tu jî bi min re hevrê bî, destpêkê te dikujim, paşê jî xwe dikujim, bila ruha te bê pêşwazîya min û li wî dinê ez ne bitenê bim.Ez hişk bûm, mêjîyê min bi çendî kêlîyek dudyan sekinî, lê min xwe berneda, min dixwest bibêjim ez meriyê henekan nînim !! tepançeya xwe derxist.Dema ku wî tepançe kişande ser min, ji kêlega min, rabû û ez li çokan û ew jî li ser pêyan bû.Tenê min rûyê xwe ber bi mala xwe ve kir, li tunebûna min çi tê serê malbata min.Xwezîya min hişk bûbû, zimanê min, di devê min de nedigerîya, bûbû perçêk kevir.Kêlîyên ku tê de dijîyam li min wekî salekê derbas bûn.Li wan çend rojan hertiştên ku rû dabû, nîşan dida ku, êdî dema çûnê ye.Mirin dikare ji nişkave bi ser meriv da bigire.Lê tenê tiştek hate bîra min, rast e, têm kuştinê, lê divê li ber xwe bidim, netirsim!!Ji ser çokê xwe rabûm û min, xwe bi gotina "dînê bê şeref" ber bi wî ve kişand û êrîşî wî kir.Wî jî tepançe çikand û agirek ji pişta tepançeyê derket û xwe bi kenekî bilind li ser texta piştê avête ser herdê û got herbijî...Û got : çend roj in, sewa vê henekê ez nexşe dikşînim.Ez rûniştim, pêyê min sist bûn, hestek tirş û tal û şirîn û şa û xemgîn li min çê bû, tenê min got, cigarek bide min, herçend ku wî neda min, ev dibû du sal, min dev ji cigareyê berdabû.Hebîb daya destê min û xwe avête hembêza min û ji min lêborîn xwest, lê wê demê heta, halekê min, ku ji wî, xwe aciz bikim, jî nemabû, tenê got, tu herbijî, tu netirsîyayî, te êrîşî min kir, wî got, min ev bela anîye serê çend kesan, hemîya ji tirsan xwe da mîz kirine.Ez ji mala wî derketim, di bin xwîyê da mabûm, min xwe gihande malê, hemî bendikên canê min diêşîyan, hilmê min kurt û ji ber hev bûn, gihîştime malê û dirêj bûm, piştê çend deqeyan xew da çûm.Ji xewê ku rabûm, wekî ku nû hatime dinê ..... #Dîyar_Elînîya@kaniyadil
